Nivîsar

Suriye ber bi rewşek nûjen ve diçe

Rewşa Suriye roj bi roj zelaltir dibe. Piştî ku bi li hevhatinek navdewletî û pişgiriya Rusya kontrola Başûrê Suriye bi temamî ket di destê hêzên rejimê de, niha çavê her kesekî li Idlibê ye. Gelo Idlib dê çewe bibe babetê bazarê di navbera hinek welatan de? Amerika û Rusya di derbarê Idlibê de çi gava tavêjin? Dê helwesta Îranê û Tirkiye çibe? Ev pirs cihê gotubêjê ne.Israil da qebûl kirin ku, nabê hêzên Îranî ji 85 km. zêdetir di xaka Suriye de nêzikî sinorê Îsrail bibin. Bi vî awayî Îsrail di sinorê xwe de ewlehiyê pêktîne.Niha hemû grubên ku dijê rejimê li Idlibê cih bûne. Ev kombûna wan li deverê ji bo Suriye serkeftinek bû. Hêzên rejimê xwe amade dike ku, êrîşek berfireh li dijê hêzên ku li Idlibêne civiyane pêkbîne. Lê ji bo vê yekê dive kêmasî Rusya, Îran û Tirkiye li hev bikin.Lê tişta ku dixweyê niha rewş ji berjwendiya rejimê de tê guhertin. Di destê opozisyona suriye de Astana û Cenew maye. Ev jî ne wek demaneke. Her demî opozisyon dikarê li va deran jî têk here.Ji aliyê Kurdan vê rewş ne zelale. Hêza li ser erdê Rojavayê Kurdistanê , xwe amade dike ku bi awayek fermi bibe beşek ji hêza rejima Suriye. Li gora daxûyaniya berpirsên PYDê, di rojeva wan de niha pirsa kurd tuneye.Ew tenê ji bo suriyek demokratik kar dikin. Di rastiya xwe de jî tu cara pirsa kurd nebûye pirsek ya PKK/PYDê. Ji derê PYDê , ENKS di qada navdewletî de hewldanên baş dike û ihtimala tenê ew ji bo mafên kurda helwestekî bidin nîşandan.Idlib westegeha opozisyonê ya herî dawîye. Pirsa Idlib bê safî kirin rewşa Suriye jî digihe qonaxek taybet. Nûçe/Analîz

Back to top button