Polîtîk

Suriye konsulusxana xwe li Hewlêr vedike

Li gora nûçeyeke Avestakurd,Hikûmeta Sûriyê amadekariyê dike ku konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke.Ji bo amadekariyan îro li Hewlêrê, konsolê Sûriyê li Bexda (ne sefîr, konsol) Dr. Riyad Xedûr civîneke ji bo rewenda Sûriyê çêkir û têde behsa kar û xebatên xwe û wan amadekariyan kir.Konsol li problemên rewenda Sûrî li başûrê Kurdistanê guhdarî kir.Hejmareke mezin ji karsaz û karkerên Sûrî li başûrê Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê kar dikin û rojane 2 seferên balafiran di navbera Hewlêr û Şamê de hene.

Back to top button