Cîhan

Tirkiye çewe dikare ji krîzek darayî xilas bibe?

Li Tirkiye nirxê Dolar û Ewro zêde dibe û nirxê Lîrê Tirki dikeve. Ev yek jî dibe sedema darayî ya Tirkiye birûxe. Ji bo vê pisporên cîhanî çend rêya didin pêçiya Tirkiye ku bikaribe ji vê rewşa xilas bibe.. Divê nisbetê faîza bê zêdekirin. Sermaya derve bawerî nine ku Banka Nawendiya Tirkiye bi sere xwe ye û azad e.Hukumet her dema bixwaze dikare midaxeleyê Banka Nawendi bike , ev yek dibe sedemê bê baweriya sermaya derve.. Divê Tirkiye arikariya IMF daxwaz bike. Ji berku eger IMF arikariyê bike dê hinek prensibên darayî li Tirkiye bide qebûl kirin û dê hinge disiplînek ya Darayî peyda bibe û desthilat nikare bi keyfa xwe midaxeleya piyasê bike.. Divê pêwendiyên Tirkiye li gel Amerikayê baş bibin. Xirabûna pêwendiyên herdu welatan be baweriyak darayî jî peyda dike û taybetî eger Amerika dorpêçekî li ser Tirkiye bisepîne dê rewş xirabtir bibe û baweriya piyasê qet li desthilatê namîne. Divê Tirkiye bibîne ku gelek tişt bi destê Amerikayê têne kirin.. Divê sermaye bête kontrol kirin. Dema bê bawerî peyda bibe sermaya derve û heta beşek ya navxwe jî berê xwe ji Tirkiye diguhêze. Ev li gel xwe rûxandinek darayî dikare peyda bike.. Tirkiye dikare bimînê hêviyê ku heta ev rewşa niha heyî derbas bibe. Heta ku Tirkiye bikaribe deynê xwe yê derve bide tu pirsgirêkek mezin dernakeve hole û pirs dikare bi awayekî çareser bibe.

Back to top button