Kultur

Wezareta rewşenbîrî weşana NRT ragirt

Wezareta rewşenbîrî ya hikûmeta Kurdistanê bi nivîseke fermî ku li binê nivîsa îmza wezîrê rewşenbîrî Xalid Doskî heye, weşana kanala NRT, kurdî û erebî, bo dema heftyekê rawetandin.Li gor wê nivîsê kanala NRT xelkê teşwîq dike ku xwepîşndanan bikin û berê wan dide karên tundûtîjiyê û rê ji bo xwepîşnderan xweş dike êrîşî ser avahiyên hikûmetê û lokalên partiyan bikin û wan bişewitînin.Wezareta rewşbîrî biryar da ku bo dema heftiyekê weşana kanala NRT beşa kurdî û erebî û dema heftiyekê rawestîne.Weke tê zanîn ev du-sê rojên li bajar û bajarokên ser bi wîlayeta Silêmnaiyê xwepîşandanan dest pê kiriye û heta niha li gelek deveran avahiyên hikûmî, dukanên xelkî û baregayên partiyan ji aliyê xwepîşanderan ve haitne şewitandin.

Back to top button