CivakPolîtîk

Yekem beyana PDKê ya Serkirdeyatiya Demkî 1975

Yekem beyannameya serkirdayetiya demkî (Qiyada Muwaqet)li meha 12 a sala 1975 li qonaxa amadekariyê ji bo şoreşa çekdarî û paşê hilpêkirina şoreşa Gulana pêşketinxwaz, wê dokumenta xwarê ve, teksta beyannameya serkirdayetiya demkî ye ku bi dest xeta Serok Barzanî hatiye nivîsîn.Kurdistan qada rastiya xebatê yeEy cemawerê me xebatê bikin û rastiya şikestê retbikinEy gelê Iraqê serbilindEy cemawerê gelê têkoşerê me yê KurdGelê me yê Kurd bi dirêjahiya çendîn salan têkoşîna dûr û dirêj, ji aliyê hêzên şovenî û kîn û riq li dilan, bi piştevanî û destxweşî lêkirina axayên xwe ve, rûbirûyê hejmarek plan û metirsiyên dirinde bûye. Li gel wan hemû yan da jî, ev gelê qehreman, bi bawerî û xweragirî, beramber wan planan rawestaye û rêya xebatê li ber girtiye û bi hêz ve li ser pêkanîna armancên neteweyiyên rewa da girt. Li vir da jî qurbaniyeke zêde li cem wan girîng nebû, awayên xebata şoreşgerane, li gor rewş û pêdiviyên qonaxê, biriye astekî bilind.Ey cemawerê gelê Kurdê qehreman… Li vê qonaxa dîrokî de, ku bi pûkana hejmûna Emperyalîzm û hilçûna tewjma şoreşgêraneya gelên têkoşer û hilkişana cemawerê tevgera rizgarîxwaza gelê me yê Kurd dide nasîn. Kevneperestiya Îranê û desthilata faşîsta Iraqê ku xwe ji çeteyên Tikrîtê dibînê, bi piştevanî û tewcîha Emperyalîzma cîhanî, li 6ê adara 1975 planek li gelê Kurdê têkoşer û tevgera rizgarîxwaziya wê kir. Eve jî piştî serneketina faşîstan bû li proseya serbaziyên xwe ve bi mebesta ji nav birina tevahiya gelê Kurd li rêya kuştin û derbederkirina hezaran gede û zarokên azayên vî gelî û têkdana Kurdistana delal, li encama xweragiriya gelê Kurd û bawerî bi doza xwe ya rewa û berevaniya Pêşmergeyên qehreman, desthilatdarên Be’esiyan de nakokiyên tund li nav rêzên wan da derket. Ji bo wê yekê bi fermana axayên xwe, mezintirîn xiyaneta niştimanî û neteweyiya li gelê Iraq û neteweya birayên Ereb kir. Li rêya tenezulkirina desthilatdarên Be’es li çend beşekî axa Iraqê li navçeya sînorî ya li gel Îranê û tenazulkirina li kendava Erebî ji bo desthilatdarên bi kirê girtiyên Îranê. Eve jî hengavek bû,ji xwe bayîtirîn hikûmetên kevneperestên Iraqê, ku berê li gel desthilatdarên kevneperestên Îranê li Se’dabad hevpeyman bû. Cureta ewe nekir hengavekî bi vî awayî bavêje. Eve jî di demek da bû, Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo parastina berjewendiya bilinda Iraqê, amade bû guftûgo li gel desthilata faşîsta Iraqê bike.Ey cemawerê têkoşerê KurdistanêEger ev rewş û babet dewra Partiya Demokrata Kurdistanê û şoreşa wê da bû, yarmetîder bûbin ji bo ewê rûda, ewe rastiya hizb û şoreş jî bo ewe rê xweşkerbûn, ku bi awayeke ber bi çav beşdarî li wê rêyê da kir. Serkirdayetiya Partî bi awayeke taybetî meseleya rêxistinê piştguh xistibû, û bo wan kesêtî bû, teba’iyet bûye nîşanekî diyar, yekîtiya hizr û rexne û rexne li xwe girtin li nav Partî da nema. Bi vî awayî Partî prensîpa demokrasiyeta navendî ji dest da. Giyanê burokratî li dam û dezgehan da belavbûye, eve jî bûye sedema wê yekê berjewendiya taybetî bixin ser berjewendiya giştî. Her wiha ji destdana dîsîplîn û reftar û perwerdeya şoreşgêrane, eve jî encamekî lojîkî bû. Bi sedema wê yekê hindî regezî gende û şikestxwarî çend pêgehekî serkirdayetiya partî û şoreşê kontrolkiribû, ku bûne çavkaniya gendelî û gêreşêwêniyê.Ey gelê Kurdê serbilind: Di demek da bi we radigihînîn, ku ew partiya serkirdayetiya xebata zêdetirê çarêkek ji sedsalek kir û şoreşa 11ê Eylûla 1961 ê bergirîkar hilpêkir û rêkeftinnameya 11ê adara 1970 bi destanî. Li beramber pîlana şovenî û kevneperestiyê xwe neçemandiye û naçemîne, sozê bi cemawerê Kurdistanê bi taybetî û gelê me yê Iraqê bi giştî dide. Li xebat û têkoşîna xwe berdewam dibe, baweriyeke zêdetir jî bi prensîp û armancên wê dibe. Hemû regez û wê serkirdayetiya riswa û gendane tur têhildide, rastiya şikest û teslîmbûnê red dike. Hemû neyîniyên derbasbûyî derbasdike, bawerî bi cemawerê Kurdistanê û bi hizra pêşketinxwaz û şoreşgeriyê çekdarkiriye, bawerî bi rêxistin û stratejiyeta şoreşgerane heye, wekî awayekî xebatê, bo ku li ber cemawerê Iraqê û hemû hêzên başî xwazên cîhanê biselmîne, ku gelê me yê Kurd li hemû planan bihêztire.Partiya Demokrata Kurdistanê li serkirdayetiya demkî, tekez li wê yekê dike ku bi awayekî şoreşgêrî li xebatê de berdewam bê, ev xeta şoreşgêriya ji bo xebata bi navê otonomiya rasteqîne ji bo Kurdistana Iraqê li ber digre, ku gelê me yê Kurd bi tevahî bigihe mafên xwe yên neteweyî. Li çarçêweya Komara Iraqê, dûrî siyaseta ji nav birin û êrîş û koçpêkirin û bi Ereb kirinê, Partî di demek da wê siyaseta nemirovî û şoveniyane şermezar dike, daxwaz ji hemû hêzên pêşketinxwaz û başî xwazên li welat û cîhanê dike. Nerazîbûnê di derbarê wan karan de derdibrîn û li pal gelê me yê çewsandî da bin. Her wiha Partiya me Partiya Demokrata Kurdistanê – serkirdayetiya demkî, gelek pabendî wê dibê û bi baweriyeke şoreşgerane û bihêz û bi birayetiya Erebî û Kurdî, bi wê pêgeha wê birayetiyê berdê bi hêzê bingeha binyatnana Iraqekî Demokratîk şoreşgêrî geş bê, ku Ereb û Kurd û kêmneteweyiyên wê, birayane bi azadî û wekheviyê de têda bijîn.Ey têkoşerên li hemû cîhekî: Tevgera rizgarîxwaza gelê me yê Kurd, bi wê pêgeha tevgera gelekî çewsandiye, beşeke ji tevgera rizgarîxwaza cîhanê. Leqêke ji leqê resenên, Partiya Demokrata Kurdistanê – serkirdayetiya demkî, bi wê pêgeha pêşrewiya wî geliye û amrazê şoreşgeriye, li ser wê tevgera şoreşgerane radiwestê. Piştgîriya xebata gelên wan dike bi navê azadî û mafên wan yên rewa, li ser hemûyan ve jî gelê Filistînê qehreman. Tevger gelek bawerî bi wê yekê heye ku pirsa azadiyê li cîhanê da yek pirse.Rejîma faşîsta Iraqê, roj bi roj, tekez li ser berdewamiya çespandina azadiya cemawer û nehiştina azadiyan dike. Rûdan tekez li wê yekê dikin ku guman têda nîne, ew rejîm bi hemû gemariyên xwe ve, wê rola xiyanetkarane dibînê ku li navçeyê da pê hatiye spartin. Gelê me yê Kurd bi taybetî li vê qonaxê da li rewşek da dijî, dîrok bi xwe neditiye. Li gûman û bê dilniyayê da niqum bûye, terora faşîst hemû aliyekî siyasî û aborî û civakî jiyana wî gelî girtiye. Ji bilî wan hemû bangeşe û propagandayên, faşîst hewla jêbirina kesayetiyê Kurd li Iraqê dide. Daxwaz ji hemû hêzên niştimaniya pêşketinxwazên welat dikîn, hewlên xwe yek bixin, ji bo riswakirina planên wê taqima desthilatdara Tikrîtî, rastî rejîma faşîst û derew û kirdarên wê eşkere bikin. Berpirsiyariya dîrokî bixin stûyê xwe, bo ku bi îrade ve û li ser asta niştimanî û neteweyiyê ve, beramber terora Be’es û xiyanetkariya wan rawestin. Her wiha dengê xwe bilind bikin û hevkariyê li gel me da bikin. Bi navê wê yekê ku bi kerametê ve birayên me penaber û koçber ji Îranê ve bo axa xwe niştimana xwe ya delal ve vegerin.Ey endam û alîgirên qehremanên Partiya meDijminên we li hemû rewşek û bi hemû hêzek ve, bi dil li me didin û hemû şiyanên xwe ve li ser Partî çir dikin, bi wê pêgeha take amraza şoreşgêre, ku bikarê serkirdayetiya xebata gelê me yê Kurd li Kurdistana Iraqê bike û li beramber êrîşa planên wan xwe rabigre. Partiya we li hemû qeyranek da dîsa radibe, her wekî li vê qeyranê da jî bi îrade û xweragiriyekî dirust ve rabû. Li vê qonaxa dîrokî ya yek alîker da û li sayeya rewşa şikestda, Partî daxwaz ji we û cemawerê têkoşer dike, xebatê pêş bixin û bigihînin asta rûdanan.Ew plana bi hurî nexşe ji bo wê hatiye kêşan, ji şikestê bi xwe bihêztire, mebest hebûna neteweyî û kesayetiya me Kurdaye. Ji ber wê bi navê xebat û bi navê hezaran şehîdan, ku bi xwîna xwe ya pak, xwe kirin qurbanî bi navê azadiya Kurdistanê û mafên gelê me, daxwaz ji we dikîn li xebatê de berdewam bin û li dewra serkirdayetiya demkî de kombibin. Ji bo bi cîh hiştin û derbaskirina hemû neyîniyên berê, ji ber ku li rûbirûbûna wê rastiyê me xwe ragirt. Li xebatê de berdewam dibîn û pişt bi şiyan û uzeya gelê me yê Kurd û îrade û giyanê şoreşgêriya we dibestîn ku naçemê.Berpirsiyariya dîrokî dikevê stûyê me hemûyan, baweriya me bi serkeftinê heye, ji ber ku baweriya me bi hişyarî û azayetiya gelê têkoşerê me yê Kurd heye, ji bo Be’esa faşîst û desthilata şahînşahê xiyanetkarê kevneperestê Îranê û axayên wan dûpat dikîn, ku li plan û telekebazî û kîn li dilê wan bihêztirîn, li rûyê neteweyiyê ve xebata xwe pêş dixîn, bi navê mafê neteweyiyên gelê Kurd li beşên dinê Kurdistana mezin, li gel Partî û hêzên pêşketinxwazên Kurdan yekrêz dibîn. Her çende qurbaniyê wan zêde jî bin, li ser rêya şehîdên xwe diçîn ku me sozê daye wan karwana wan temam bikîn heta serkeftinê.Serkeftin ji bo Kurdistana birîndar serbilindî û nemirî û rûmet ji bo şehîdên mePartiya Demokrata KurdistanêSerkirdayetiya Demkî ya KurdistanêLi 10/12/1975 
Back to top button