Cîhan

Yên li gel Îranê kar bikin tu karê wan li gel Amerika tuneye

Serokê Amerikayê Roland Trump îro di Twittera xwe de daxûyaniyek ragihand. Ev daxûyaniya Trump li gelek welatan bû sedemê metirsiyek mezin.

Trump dibêje: Sizayên  li ser Îranê destpêkirin.Ev siza çikas here dê dijwartir bibin. Her alîyê ku Îranêre kar bike nikare li gel Amerika kar bike. Ez ji bo aşitiya Cîhanê vê  dikim, ne ji bo tiştek kêmtir .

Ji aliyek din ve nûnêra bilind ya pêwendiyên derve û siyaseta ewlehiya Yekitiya Ewropa Federica Mogherini daxûyaniyekî de dibêje ku, em dixwazin bazirganî li gel Îranê pêşvetir herê ji ber ku em bawerin peymana li gel Îranê ji bo aşitiya herêmê û cîhanê gelekî girîng e. Vê peymanê gelek feyde di warê darayî de daye xelkê Îranê û em naxwazin Îran xwe ji vê peymanê bide aliyekî.

Back to top button