Nivîsar

YNK: Amerika dixwaze hilbijartin bêne paşxistin

Parlementoya Kurdistanê biryar daye ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê roja 30.09. 2018ê bêne kirin. Lê eve demeke di nava hinek partiyan de daxwazek heye ku hilbijartin bêne paşxistin. PDK dide xûyakirin ku, tu sedemek ku hilbijartin bêne paşxistin tuneye û divê hilbijartin di dema hatî diyarkirin de bêne kirin. PDK bi çend minasebeta ev rênîna xwe vekirî diyar kiriye.Li himber vê YNK dixwaze hilbijartin bêne paşxistin. Halbukî biryara hilbijartinê di parlementoyê de bi dengên PDKê û YNKê hatibû dayin. Lê dixweyê rewşa YNKê û taybetî ne başe û pirsgirêka gruba xiyaneta 16ê oktoberê her berdewame û heta niha YNK nekariya bi awayekî vê pirsgirêkê çareser bike. Dixweyê ev yek gelek zehmete ji bo YNKê. YNK dike nake nikarê kongreyê xwe li dar bêxe. Eve çend care biryar dide lê nikare.Ji berî çend rojekî cîgirê serokwezîr Qubat Talabanî di axavtinek xwe de got ku, hemû partî dixwazin hilbijartin bêne paşxistin lê kesek eşkere nake. Di cihde berdevkê PDKê bersiva Talabanî da û got, bila kesek ser navê me neaxive, em dixwazin hilbijartin di vextê xwe de çêbibin û tu sedema ku hilbijartin bên paşxistin tuneye.Niha jî berpirsek yê YNK Azad Tofiq  didbêje ku, Amerika dixwaze hilbijartin bêne paşxistin. Tofiq di hevpeyvînek ya xwe li gel K24ê dibêje:  Nûnêrê serokê Amerika yê taybet McGurk ji Barazanire gotiye ku, Amerika li gel weye ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema hatê kifşkirin de çêbibin. Lê rewşa welat bi temamî û pirsgirêkên heyî dibe sedem ku ew jî dixwazin hilbijartin niha werin paşxistin.YNK niha jî pişta xwe dide Amerika û vê daxwaza xwe de israr dike. Di rastiya xwe de hilbijartin 30 ê Îlonê de çêbibin yan jî werin paşxistin ji bo demek diyarkirî gelek tişta naguherê. Lê partiyên din serkevtina PDKê ditirsin. Heta PDK siyaseta xwe ya netewî berdewam dike her dema ku hilbijartin çêbibin serkeftin ji bo PDKê ye.Endamê serkirdiya partiya Yekgirtuya Îslamî Ebubekir Heledani jê di daxûyaniyekî de eşkere dike ku, ji YNKê pêvetir tu alî naxwazin hilbijartin paşve bikevin.Bi vê mebestê PDK û YNK cardin dicivin û biryarekî di derbarê hilbijartinan de didin.Heta niha encamên hilbijartinên Iraqê yên ku di 12ê Gulanê de çêbûyin bi awayek fermî nehatiye ragihandin. Pêkanina hukumeta nû gelek zehmet ketiye. Ev hemû barek giranên li ser milê Iraqê. Hinek alî jî mimkine ji bo vê yekê dixwazin hilbijartinên Kurdistanê bêne paşxistin.Nûçe/Analiz  

Back to top button