Polîtîk

YPG li bazara reş çekên xwe difiroşe û hikûmeta surî vedigere Rojava

Li gor nûçeyeke rojnameya Sputik ya rûsî, çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baskê leşkerî yê PKKê li Rojavayê Kurdistanê, li bazaar reş çekên xwe difiroşin û li gor lihevhatina bi hikûmeta Beşar Esed re îmza kirî dê deverên Kurdistanî yên jêr kontirola PYDê teslîmî hikûmeta Suriyê bike.Hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê, ji bo şerê li dijî DAÎŞê çek bi PYD/YPGê dabû û tu rêkeftinên siyasî ka gelo piştî şerê DAÎŞê bidawî bê dê reşa deverên jêr kontrola PYD/YPGê çawabe nahtine kirin. Rojnameya Sputik dibêje ku, piştî hêzên YPGê ji Minbicê paşde vekişiyan ji bo Rojhilata Firatê, çekdarên YPGê dest pêkiriye çekên xwe li bazara reş difirûşin ji ber ku dizanin divê wan çekan teslîm bikin.Niha şerê li dijî DAÎŞê bidawî bû û divê PYD/YPG çerkên xwe teslîm bike, ji berhindê çekdarên YPGê dest bi firotina çekênxwe kiriye.Roja pêncşema borî heyeteke YPGê,  baskê serbaziyê PKKê,  serdana Şamê kir û digel berpirsên hikûmet Beşar Esed civiyan û piştî vegerê şandeya YPGê daxuyanî da ku li ser çend xalan digel hikûmeta Esed lihevkriye lê naveroka lihevhaitnê eşekre nekir.Li gor malpera Rûsya Alyom, şandeya kurdî (YPG) razî bûye desthilatên hikûmeta Suriyê vegerin deverên jêr destê YPGê.Nûçeya peywendîdar:https://rojevakurd.com/rojava-vedigere-xala-sifir/

Back to top button