CivakDosya

Zanyarî û xwendin bingehê Kurdistanek bi hêz e

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ahenga bi helkefta derçûna Xwendekarên Zaningeha Dihokê de, gotarek pêşkêş kir. Pîrozbahî gihandin xwendevan, kesûkarên wan, Mamosteyên Zanîngehê û Kurdistanê.Mesrûr Barzanî liser giringiya zanist û pêdiviya wê di proseya pêşkeftina civatî û niştimanî de rawestiya. Xebata Zanîngeha Dihokê ji dema damezrandina wê ji sala 1992an ve bilind nirxand. Bibîr anî ku: “Serokê Zankoyê serdana Serok Barzanî kir û got ku: Ger piştevaniya darayî nebe ew nikarin karê xwe bikin û Zankoyê pêş de bibin. Cenabê Serok jî ferman da, ew pereyê ku pêwîst bû, bo lêçûnên Partî bên xerckirin, bo Zankoyê bê terxankirin. Ji wê rojê heta niha, Zankoya Duhok berdewam li ser kar û pêşveçûna xwe ye.”Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn ku, Kurdistana bihêz, bi kesayetiyên bihêz dikare bibe xwedî binyat. Giringiya zanistiyê di vê proseyê de wekî pêwîstî binav kir. Zanist, xwendin, zanyarî bîngehên Kurdistanek bihêz lidar xist.Mesrûr Barzanî, di vê proseya Kurdistanê de, zanîna berxwedana Kurdistanê, cangoriyên Kurdistanê, ewleyiya ku Pêşmerge durist kiriye bi pêwîst biwesif kir. Diyarkir ku: Baştirîn wefa ji bo şehîdên Kurdistanê parastina welat û pêşxistina wê ye. Kurdistan bigihe qonaxek weha ku rihê şehîdan şad be.Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, proseya hilbijartinên Kurdistanê jî nirxand: “Çend rojên din em rûbirûyî ezmûnek din dibin, ku çarenivîsa miletê me û hikûmeta çar salên dahatû diyar dike. Divê hûn xwediyê wê biryarê bin ku baweriya we bi kê tê ku hikûmeta nû pêk bîn e.Mesrûr Barzanî got, “Dengê xwe bidin wan kesan ewên ku bi salane bergiriyê li ber vî welatî dikin ku wan kesan bergirî li we dikir û çaverê ne ku hûn wan xelat bikin.”Di dawiya axaftina xwe de Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendevanan kir û serkeftin ji wan re xwest.

Back to top button