Cîhan

Li 41 parêzgehan zêdeyî 400 kesî hatin girtin

Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê li 41 parêzgehan û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan jî li 12 parêzgehan li dijî hilberînerên tiryakê operasyon li dar xistin.

Di operasyonan de 1 ton û 43 kg madeyên hişbir û 387 hezar hebên narkotîkê hatin bidestxistin û 434 jehrfiroş û firoşkarên kolanan hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya, da zanîn ku di operasyona “Narkoçelîk-9” a Midûriyeta Giştî û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de 1 ton û 43 kg madeyên hişbir û 387 hezar hebên narkotîkê hatine desteserkirin û 434 jehrfiroş û bazirganên kolanan hatine girtin. 

Wezîr Yerlîkaya got: “Ez dixwazim gelê me bizane ku emê tu carî destûrê nedin tiryakfiroş ciwan û civaka me bi jehrê bixin. Wê operasyonên me yên li dijî jahrfiroş û firoşkarên kolanan li seranserê welêt bi biryardarî bidomin”.

Back to top button