Civak

Mela Cîhad: Viyan û paraztina ax û welat erkekî olî û pîroz e

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê amaje bi wê yekê dike ku viyan û paraztina ax û welat erkekî olî û pîroz e.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Mela Cîhad Hesen, ji K24ê re ragehand ku “viyan, ax û welat xweza û fitretek xudayî ye, mirov pê ve girêdayî ye û tiştekî ku ji dil û derûnên mirovî veneqtiyayî ye”.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê got: “Xudayê mezin mirov li ser erdê kiriye şûngirê xwe ku ji erdê hez bike, avedan bike û ev jî ji bo her mirovekî pîroz e ku ji ax û welatê xwe hez bike”.

Mela Cîhad Hesen tekez kir ku “Her kesê ku ji ax û welatê xwe hez neke, berovajî xweza û fitreta xudayê mezin û destûra Îslamê kiriye”.

Mela Cîhad Hesen herweha got: “Dijminên Kurdistanê li dijî Kurdistanê û pêkvejiyana pêkhatên wê yên olî û netewî ne û bizavê ji bo têkdana wan dikin, lewma paraztina Kurdistanê ji her bizavek bi vî rengî bergirîkirina jiyan, can, ol û ax û welatê xelkê wê ye”.

Serokê Tayê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê anî zimên ku “dijminên Kurd û Kurdistanê bi çend awayên siyasî, serbazî û aborî Herêma Kurdistanê siza dikin, xelkê wê birçî dikin û ji mafên wê bêbar dikin. Dijmin dixwazin qewareyê Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê li ber çavên xelkê Kurdistanê reş bikin”.

Mela Cîhad Hesen herweha tekez kir ku “heger qewareyê Herêma Kurdistanê nemîne,  dîndarî jî bi awayekî azad nayê kirin û mela jî nikarin peyama xudê bigehînin xelkê û xizmeta

K24

Back to top button